Em Belgeyan Ji We Re Diweşînin:
– Şêx û Meleyan digotin xelkê Cegerxwîn bê Ol e” Kafir e” nivîsên wî nexwînin.
– Roja ku diya min çû serdana mala bavê xwe, û Ji ber ez nexweşik bûm, kurê xaltîka min bi xwe re bir.
– Di riya hatinê de em pêrgî camêrekî bûn, min xwîşka xwe da wî û wî jî xwîşka xwe da min”Berdêlî”
– Seydayê Cegerxwîn ji min re got: Heyra hew helbestê min bixwîne, wê xelk te bikujin.
– Partiyên me naxwazin siyaseta xwe biguherînin, lê civak bi giştî dixwaze bi pêş ve here.
– Ez feqîrbûm, min nikarîbû pelan bikirim, min kaxez didan hev û helbestên xwe li ser wan dinivîsand.
– Hûn çi navî li helbesta Nûjen bikin, lê bikin, lê jê re nebêjin helbest.
– Nivîskarê ku bi zimanê Erebî dinvîse û bi zimanê xwe nanivîse, şerm û hetîketek mezin e jê re.
– Ebas Isma’îl ne helbestvan e.
– Îro rojek taybet e ku em mêvanê seydayê Keleş in, Seydayê Keleş yek ji wan Helbestvanê ku bûye 50 sal ew helbestê dinvîse, û netenê ew î helbest nivîsiye, lêbelê Seyda bi dehê gotar û lêkolînan nivîsîne, û pirtûkek taybet çap kiriye navê pirtûka wî “Gotinên Bav û Kala” ye.
Seydayê Keleş wek ku ew xwe dide nasîn û dibêje:” Navê min Hisên Mihemed Hisên e, bi navê Keleş têm naskirin, ez di sala 1930î de li gundê “Bisgorî” li deşta Mêrdînê hatime dinê, temenê min pênc sal bûn diya min û bavê min çûn ber dilovaniya Xwedê, ez ne wek zarokan xweşik bûm, carekê hîn temenê min 7 roj bûn diya min dixwest here serdana mala bavê xwe, û ez amade kirbûm ji bo çûnê, lê hingî ez nexweşik bûm kurê xaltîka min jî di temenê min de bû, ew xweşik û boz bû diya min ew bir mala bavê xwe û got ev kurê min e..!” Li vir Seydayê Keleş keniya û kenê wî tije girî bû çimkî dayîka wî hat bîra wî!
Seyda berdwam dike û dibêje:” Em sêwî man û kesekî me tunebû, hin merivên me hebûn guh nedan me, xalanê me jî em xwedî nekirin, parçek erdê me yê çandinyê hebû xalanên me ew erdê me li ser sê salan dan “Hemikê Biro” gundiyê me bû ji bo me xwedî bike, em piçûk bûn me bi vê bazarê nedzanî? Sê sal qediyan em dîse man ber dîwaran, wê çaxê ez hinekî mezin bûbûm min dest bi kar kir, bûme şivanê gundiyan, ez mezinê bira bûm min du bera û xweşikek hebû lewma barê min di zarotiya min de giran bû.
Meleyek merivê bavê min hebû navê wî mele Xelîlê Nêf bû, ji min re got: Tu nayê em herin Binxetê “Sûrî” ji bo em bixwînin? Bi rastî min dixwest ez ji feqîrtiyê birevim, dibe min nezanî xwendin jî çi ye. Min da dora Mele Xelîl û em hatin Binxetê li gundê “Xalid” gundê mla “Hiso” bû, melayê gund jê re digotin” Ebdulrezaq” xelîfê mala Şêx bû, ew berê melê gundê me bû, pir bi nav û deng bû, mele Xelîl ez pê dam nasîn û jê re got xwe li we girtiye, Mele Ebdulrezaq got ez bavê wî û diya wî baş nas dikim, Xwedê wan bi diovaniya xwe şa bike, li vir ez dilşad bûm ku wê baş guh bide min, gote min deh feqe li rex min hene tu jî here nav wan. Min li wir 7 salan xwend, paşê Mele Xelîl bawernama “Îcaze” xwe stand, me berê xwe da gundê” Girkod”.
min li wir jî xwendina xwe berdwam kir, gundê “Çêlekê” nêzî wî gundî bû, min bihîst ku Seydayê Cegerxwîn li gundê Çêlekê ye, min navê wî bihîstibû ku ew helbestan dinvîse, min berê xwe da mala Cegerxwîn yekem car ez Cegerxwîn dibînim, min jê re got ez feqe me, ez dixwazim tu hin ji helbestên xwe bide min ji bo ez wan ji feqeyan re bixwînim, wê çaxê Seydayê Cegerxwîn dîwana xwe ya yekem çap kirbû wek êtûnê di nav feqyan de belav bûbû, lê nikarîbûn bixwînin, ji ber ku Şêx û Meleyan digotin xelkê Cegerxwîn bê Ol e” Kafir e” nivîsên wî nexwînin. Cegerxwîn li wî gundî xwedî ‘erd bû û nikarîbûn wî ji gund derxin, piştî demek nedirêj xelkê gund hevdû kuştin û neyartî di gund de çêbû, Seydayê Cegerxwîn ‘erdê xwe firot û berê xwe da bajarê Qamişlo.! Min helbestek ji Seydayê Cegerxwîn standibû, û min ji feqeyan re dixwend pir kêfa wan dihat, rokê hevalê min seba min kir û ji Melê re got Hisên helbestên Cegerxwîn dixwîne, Melê ji min re got:” Cegerxwîn Insanekî bê ol e û nabe tu helbestên wî bixwînî, cihê te li vir nema û bera min da”.
Min rahişt buxçika xwe û ez çûm gundê “Til’erbîd” 5 salan li wir jî min xwendin kir, navê melayê min “Evdile” bû. Hingî ez feqîr bûm min xwendina xwe berdwam nekir, min dest bi kar kir û bûm pale, min cot kir, ji gundê Til’erbîd çûm gundê “Girbêjing” li wir bûme rêncber, êdî hate bîra min ku ez herim gundê xwe ji bo ez birayên xwe bibînim, min berê xwe da ” Bisgorî” çaxa ku min birayên xwe dîtin dilê min êşiya, pir perîşan bûbûn, min rahişt wan û me berê xwe da binxetê, di riya hatinê de em pêrgî camêrekî bûn, min xwîşka xwe da wî û wî jî xwîşka xwe da min”Berdêlî” ew di sala 1948an de bû ez bûm xwedî mal û li gundê” Atȇș” gundê hoza Omeriyan bû, min kar berdewam kir palehî, cot, û çêkirina kelpîçan, ji bo ez karbim debara mala xwe bikim.
Têkiliyên min bi Seydayê Cegerxwîn re xurt bûn, gelek caran min serdana wî dikir, min ji hebestên wî hez dikir, û car caran min di dilê xwe de digot divê ez bibim helbestvan û helbestê binvîsim, carekê ez çûm serdana Seydayê Cegerxwîn ji min re got: “Heyra tu helbestên min ji xelkê re dixwînî, û xelk ji min aciz in, vêce ez li ser te ditirsim ku li te bixînin”!? Min got: Ez ji te û ji helbestên te hez dikim û çi bibe bila bibe.
Tê bîra min ez li gundê Atêş bûme Kominîst di riya Osmanê Biro re, ew li gundê Til’erbîd bû me hev xweşik nas dikir, wî heyamî Cegerxwîn jî Kominêst bû, em birek xortê nûhatî bûn hin tên bîra min wek( Hesenê Gemo, Ehmedê Hûçik, Selîmê Hac Elî) Em tevlî partiya Kominîstan bûn.
Ez dizanim mereqa we, ez û Cegerxwin in, ez ê ji wer temam bikim, hezkirina min ji Seydayê min re pêhempa bû, hin hin nêzî wî dibûm, hezkirina Cegerxwîn ji netwa wî re hişt ez xwe bavêjim himêza helbestên wî, min jî dixwest ez êşa gelê xwe di riya karê xwe di partiyê de û di riya helbestê re derxim, Seydayê Cegerxwîn ji min ro digot em dikarin di riya vê partiyê de êşa gelê xwe bighînin her cihî, me di ber partiya Kominîst re xwe pir diwestand, tê bîra min Kongirek li “Yekîtiya Sovîyêtê” çêbû û kominîsên diniyayê hemû çûnê, jixwe nehiştin Seyadê Cegerxwîn here wî kongirî lê hinek kurd çûnê, di kongir de ji wan har pirsîn ku hûn kurd in êşa xwe bêjin, ewan got na tenê em Sûrî ne, mixabin wisa gotin!!
Çaxa vegeriyan em ketin qirka hev û me ji wan re got em kurd in û bûne Kominîst ji bo em jî wek hemû gelan bighin mafê xwe..! Ewan ji me re got ku partiya me partiyek “Umemî” ye û nabe em behsa netewan bikin, wan wisa kominîstî fam kirbûn, me jî got yabo em nema ji hev re dibin û me dev ji partiyê qera. Min ji bîr kir ku bêjim we em deh salan kominîst man û navê me kirbûn “Ensar Elsilim” me civîn dikirin lê em nedixstin rêxistin, wê çaxê Osmanê Biro berpirsê me bû, û Cegerxwîn ji wî jî mezintir bû, ew î semînar çêdikirin.
Wek min got we bandora Seydayê Cegerxwîn li min bûbû, min dîwana wî hemû ezber kirbû, hinek hweldanên nivîsandina helbestê bi min re çêbûn, min di sala 1950î de dest bi nivîsandina helbestê kir, ez zehf feqîr bûm, min nedkarî pelan bikirim, min kaxet didan hev û li ser wan min helbestê xwe dinivîsandin, li ser wan min xwe fêrî zimanî kurdî dikir, min ew helbest dibirin ji Seydayê xwe re.
Li vir Seydayê Keleş keniya berdewam kir û got:” Seydayê Cegerxwîn ji min re got heyra nivîsandina te wek neperûşkên mirîşka ne, ez tiştekî ji wan fam nakim..!” Min jê re xwendin, gote min ev bikêrî çapkirinê nayên, lê Hisên ez ê hin têbîniyan bidim te, jiber dibînim ku xwesteka te ye tu helbestê binvîsî, binêre pêwîst e ku mijara nivîsa te hebe, divê zaravê helbesta te sivik be ji bo her kes ji helbesta te fam bike, here Ehmedê Xanî û Melayê Cizîrî, û Dîwana min jî bixwînî ta ku baş zanibî çawe helbest tê nivîsandin, wisa Seydaê Cegerxwîn alî min kir û min ser jê qut nekirin, nivîsa xweş ba digot xweş e yan nexweş ba digot vê bavêje û li ber nekeve..!
Wisa du salan li ser hev ez ji kuçika Seyda qut nebûm heta sala 1955an min defterek tije helbest bir jê re gote min ev baş in ev dibin dîwan ez ê pêşgotina dîwana te binvîsim, wextî ez ji kêfa re biketama erdê ez bûm helbestvan, Cegerxwîn pêşgotina dîwana min dinvîse, û heta niha ez ji nivîsandina helbestê aciz nebûme..
Wek min got nehesan e ku mirov bibe helbestvan nexasim helbesta kilasîk a ku me dinvîsî û heta niha jî tê nivîsandin, lê niha helbesta nûjen tê nivîsandin, ew nivîsandina nûjen wateyên wê kûr in, û wêneyên wê zehf xweşik in, lê ez wê nabînim helbest, ew tenê hizir û raman in, hûn çi navî lê bikin bikin, lê jê re nebêjin helbest, ez vê dibêjim û di ber gotina xwe de jî berpisiyar im, heyamê me tiştek wisa ku mirov bêje em ê çend gotinan bi nazikî wek niha hûn jê re dibêji nûjenî tine bû, em miletek feqîr, bindest, û nexwende bûn lewma me dest bi nivîsandina helbesta kêşesazî kir, û heta niha ew şêwe tê nivîsandin û heta ku kurd hene wê ew helbest bê nivîsnandin.
Ez ê behsa xwe bikim, gotinên helbestên min sivik in, jiber ku ez di zimanê xwe de ne xurt im, û tiştek din jî heye min dixwest wek qewîtiya Cegerxwîn ez helbesta ku bê xwendin binivîsim. Gelek tişt hene pêwîst e di ramanê civakê de bên guhertin di heyamê me de Şêx, Axa, û Meleyan nedihiştin xelk şiyar bibin, tenê helbestvana berê miletan dan zanînê, milet dixwaze her tişt rast be, civak jî dixwaze bi pêş ve here, mînak partiyên me naxwazin siyaseta xwe biguherînin, lê civak bi giştî dixwaze bi pêş ve here.
Tenê helbestvanan gelê xwe ji bin zilim û zorê derxistine, vegerin dîroka gelan bixwînin, hemû helbestvan ji zilim û zora ku li ser gelê wan dibû, bûne helbestvan, şoreş vêxistine, û bûne serkirde jî, erê berxo netenê mirov helbestê dinvîse, ew volqana gelê bin dest disincirîne, ji bo biteqe û biherike, li dijî zordariyê. Jixwe hûn dizanin ku di helbestê de her û her cihê eşqê hilandiye, helbestvan dibe aşiqê yara xwe, welatê xwe, gelê xwe, lewma em di gelek helbestan de dixwînin û jihev dernaxin ku vî helbestvanî ev helbest ji bo yara xwe çêkiriye yan ji bo welatê xwe, wisa jî helbestvanan gelekî li ser jinê jî nivisîne, jiber ku kurdan di civaka xwe de cudahî nexistine nav mêr û jinê de, bi rastî jin bingeha civakê ye, civak di destê jinê de ye, gava ku jin pêşveçûyî be, wê civak jî pêş bikeve.
Min di helbestê xwe baş guh daye jinê, û min baş li ser evîniyê jî nivîsiye, jiber ku min jî heskirin kiriye, wek hemû mirovan, vêce ez helbestvan bûm û min wek ku dilê min ji min re digot min dinvîsî. Niha jî ez dibînim ku çiqas nivîs tên weşandin û tên çapkirin jî, ez wan dixwînim nexasim helbesta kilasîk ew pir bi dilê min tê, lê ne her kesî ew helbest nivîsî dibe ku em jê re bêjin helbest e, na; Birastî jî ez baş li ser wan disekinim, lê dibêjim bera binvîsin û berdewam jî bikin, min jî wisa dest bi karê nivîsandinê kir, lê pêwîst e ku ew xwe di nivîsandina helbestê de bidin pêş.
Gelek nivîskarên kurd hene bi zimanê erebî jî dinvîsin, nexem e bila binvîsin, lê pêwîst e ku ew xwe fêrî zimanê Kurdî bikin jiber ew zimanê wan yê dayikê ye, û dibêjim nivîskarê ku bi zimanê erebî dinvîse û bi zimanê xwe nanivîse, şermek û hetîketek mezin jê re ye .Ji helbestvanê ku bi kurdî dinvîsin gelek caran ji min dipirsin ka nerîna xwe di helbestê filan û filan de bide.
Ez dibînim ku Ferhadê Içmo û Dildarê Mîdî baş dinivîsin, gelek caran pirsa helbestên Ebas Isma’îl ji min dikin, ez eşkere dibêjim ku ew ne helbestvan e, helbestên wî tune ne ew çîrok û çîvanokan dinvîse, lê dîsan dibêjim baş in hema ew bi zimanê kurdî dinvîse.
Zimanê me her tiştî diparêze, divê kurd ha ji zimanê xwe hebin û doza mafê xwe bikin, ji bo ew jî karibin bijîn û bibin dewlet, ez dibînim ku roka azadiyê li Rojhilata navîn diçirse, û hûn dibînin niha di vê demê de Emrîka li vir e, û pêwîst e ku kurd têkiliyên xwe pê re girêbidin, helbet Emrîka jî li berjewendiyên xwe digere lê divê Kurd jî xwe bighînin asta siyaseta navdewletî, ji bo karibin doza gelê xwe deynin ser masa Emrîkan û Ewrupiyan, dîsan dibêjim ku derfet he ye û wê xwena Kurdan pêk bê.
Min şeş pirtûk di jiyana xwe de çap kirine ew jî ev in:
– Riya Gel 1981- Em û Dijmin 1986 – Êşa Gel 1998 – Rojhilat 1999
– Xebat 2006 – Gotinên Bav û Kala-2006.
Û gelek pirtûkên min hîn hene nehatine çapkirin ew jî ev in: Şefeq, Hêvî, Bîranîn.
Min gelek xelat jî standine ji gelek dezgeh, komele, û mehrecanan, lê ciwantirîn xelat Xelata Seydayê Cegerxwîn bû, ji ber pêşî evîndarê Seydayê xwe bûm û dawî jî bi wî hatim xelatkirin.
Niha ez ê vê helbestê ji we re bixwînim û hûn ser serê min û çavê min hatin…
Ez hatim bixawazim te ji dayik û ji bavê
Wê perdê tu rake ber û paş de tu bavê
Rûniştî me ser cilkê û çavê min li rê ne
Kengî tu ji me re bîne ew ê zemzem û avê
Sozek min û te da bû bi hev re em libîr in
em rojkê divê rûnên li kunca bûkê û zavê
Qehwakê bi lez çêke bi destê xwe werîne
Ger ku tu nebîne ku bi dest kê be m’ navê
Hêja ye ku pesinê te bidin her şev û rojan
Nazik û lihevhatî ye bejna te ziravê
Her go te dibînim tevezik tên dil û cergan
Ez bê dihisim ku ti li min tînî xunavê
Ranazim şev û roj bi xiyalan te dibînim
Bav ger te nedî min te dibim bê dê û bavê
Dê û bavê te bûne yek û bi çav didan îşaret
Têkçûn û fiyûz tev şewitîn bi bend û davê
Kirîzek ji mer hat em divê li vir nemînin
Civankî bidin hev herin nav derya û avê
Ka go wê çi bibî ger ku em doza xwe bibin ser
Cîhan xerana bî û naçî li ber sulavê
Himbêz me dikir û em li sînga xwe diçûn hev
Gêrim bûm ketin erdê kum û kofî li wê navê
fîkol û gev û zeft dikirin bi zend û bendan
Pir tişt me digotin û bi hev re ketine lavê
Simbêl me bi zilfan me li hev damezirandin
Qat text û esman me kir perda bûk û zavê
Xwedan me dikir qazî me çend qûş dan dorê
Seyda dibû şahid ji xwe re bextê xwe navê
Ev hevpeyvîn di bekereyek vîdiyo de ji hêla mamoste Ridwan Mihemed Emîn ve hat Rojnameya “Bûyerpress” valekirina deng û nivîsand Rojnama “Bûyerpress”
Mafê çapê parastiye ji bo Rojnameya”Bûyerpress”