Dilovan Çeto
Rojekê zilamekî gundî çû bajêr,dem zivistan e û dinya serma ye, di sikakên bajêr de ji xwe re dimeşiya, giha dikanekê, dît vaye yekî solker e, çend bizmaran dixe devê xwe û yeko yeko li binê solan dixe, paçikek jî li rex xwe daniye û her kêlîk pozê xwe paqij dike, lê rewşa wî pir xerab bû.
Yê gundî di ber xwe de got: Ev pepûk vî karî dike û vê sermayê dixwe, gelo ew bi xwe xwedyê dikanê ye yan jî li cem xelkê vî karî dike? Lê eger ew bi xwe xwedyê kar be, çima ewqasî xwe têşîne! Di dilê wî de ma kul, çû û jê pirsî û weha got:
– Ma sisê û sisê û sisê têra sisiyan nakin?!
Solker pozê xwe paqij kir û got:
– Na têrê nakin, ez vî karî dikim ji ber ez deynê xwe jê didim û ez bi deyn jî didim û tiştê mayî ez bi avê berdidim!!??
Yê gundî serê xwe hejand û bi riya xwe de çû.
Çend zilam li dikana yê solker rûniştîbûn, matmayî man, yekî ji solker pirsî: Xwedêkê ewî mirovî çi ji te re got û te çi lê vegerand?!
Ji kerema xwe re ji me re bêje bê çi ye wateya gotinên we.
Solker got: Ewî ji min pirsî ma sisê û sisê û sisê têra sisiyan nakin, mebesta wî ji van gotinan ev bû,ma her sê mihên buharê û her sê mihên havînê û her sê mihên payîzê têra her sê mihên zivistanê nakin, û pirsa wî jî ew bû ku zanibe çima ez xwe rehet nakim van her sê mihên zivistanê!
Lê min jêre got: Ez vî karî di kim ji ber ez deynê xwe jê didim, mebesta min jî ev bû: Bavê min û dayika min li cem min dijîn û weke win zanin wan ez xwedî kirim û mezin kirim û deynê wan li min hene, û piştî ku ew mezin bûn dibe ku ez bi kêrî wan werim, û min got:Ez bi deyn jî didim, ji ber zarokên min bi çûk in û dibe ku ez wan xwedî bikim û mezin kim ji bo ku ew jî di dawiya jiyana min de bi kêrî min werin. û min got:Tiştê mayî ez bi avê de berdidim, mebesta min jî ev bû ku tiştên mayî em dixwin.
Dawî solker weha got: Jiyan xweş e ku mirov jê bi xwe û bidiyê.