Seydayê Dilbirîn
Ez xortê Kurd im mêrxaz û şervan
Ez im tekoşînqîr û berxwedan
Pêşmergê Kurd im bi nav û nîşan
Dîrok dizanî kî ye ev qehreman
Nav û dengê min sera ser cîhan
Ez im ew Lolo Kordoxê Mîtan
Di qada şer de ez im tolhildan
Ez im gir û kîn atom û volqan
Leheng im û şêr im pêşmergê Barzan
Ez im Qamişlo, Efrîn, û Koban
Welat bernadim erd here ezman
Ez im cangorî xaka Kurdistan
Xwînê dirijim ez im pakrewan
Ez im Erarat Hemrîn û Botan
Rajim çeka xwe derkevim çiyan
Ez ê rizgarkim axa Mîdiyan
Ez im Celewla Şengal û Zîlan
Helbest û rist im sirûda Hozan
Arîna Kurd im Rûken û Şîlan
Ez im YPG leheng û şervan
Ez im Çarçira Qazî û Barzan
Hêrz û hinerên keçên şoreşvan
Nehrî û Seîd im Mezlûmê Doxan
Ez im Qorqemaz Riz û Birhan