Hikûmeta Îranê mikur hat ku, balafirên wan ên şer bi bê hevahengî ligel Dewletên Yewkgirtî yên Amerîkayê (DYA) li çeper û navendên DAIŞê li Iraqê dane.
Cîgirê Berpirsê Karên Asya yê Wezareta Derve yê Îranê Îbrahîm Rehîmpur ji rojnameya Gaurdian re got ku Îranê li gel DYAyê hevkarî nekir û li Iraqê bi balafirên şerî êrişî çeperên DAIŞê kir û wiha domand:
“Operasyonên asmanî wek parastina berjewendiya dostên me bûn li Iraqê”
Rehimpur anî ziman ew rê nadin ku rewşa Iraqê jî weke Sûriye bibe û got, “Piştevaniya me dê li Iraqê zêdetir bibe, lewra Iraq ji Sûriyê nêzîktir e ji me re.”
Îranê di hevpamaniya navdewletî ya li dijî DAIŞî de cih negirtiye û nûçeyên ji beriya niha “Îran erîşên asmanî li dijî rexistinê pêk tînin” derewand.
Ji beriya niha Berdevkê Wezareta Parastinê ya DYAyê (PENTAGON) John Kirby gotibû balafirên Îranê li Iraqê çeperên DAIŞê dan ber bombeyan.
Kirby anibû ziman bi êrişên ku Îran dike, nayê wê wateyê ku DYA û Îran li dijî DAIŞê bi hev re tevdigerin.
Cîgirê Serfermandarê Îranê Mesûd Cezayerî jî li ser mijara êrişên asmanî bersivek zelal ne da lê tekez kir ku wan hevkarî ligel hevpeymaniya navdewletî ya di bin rêveberiya DYAyê de nekirine.
Rûdaw