Eve zêdetir li 80 rojin şer û berxwedana şervanan li kobanê bo parastina li wî bajarî berdewame û terorîst bi berdewamî ji sê qolan ve êrişî bajêr dikin û şervan û pêşmerge bersiva wan didin û êrişên wan dişkînin.
Dibe ku pirsyara vê yekê bê kirin ku gelo di van 80 rojî de xwarina şervanên YPG û YPJ û pêşmerge û hêzên dinê çawa tê amade kirinê û çawa nan dixwin? Yan kî nanê wan dirust dike?
Her yek li Omer Ebo sîdo , Azad Nebo (Azad Kobanê), Izet Hindawî û wista (Ebo Kurd), ew çar kesên ku xwarina beşekî zor ya şervanên nava Kobanê dirust dikin.
Izet Ebo Hindawî yek ji ew kesên ku xwarinê amade dike li nava Kobanê ji PUKmedia`yê re ragihand: Eve zêdetire li 80 rojî li gore w bernameya ji aliyê rêveberiya hêzên YPG û YPJ ve jib o me hatiye danîn em xwarinê bo tevahiya şervanan amade dikin û cure xwarinê jî pêwendiya xwe bi keresteyên li ber destê meda heye û hin caran jî em nikarin li gor xwesteka dilê xwe û şervanan xwarinê çê bikin çûnkî wekî hûn dizanin 80 roje Kobanê hatiye dorpêç kirinê care heye ji ber germiya şer derfeta guhastina keresteyên xwurakê temam nabê jib o wê jî çi li ber destê me hebe em wê amade dikin.
Ebo Hindawî dibêje: Rewşa li nava bajêr hertim şere û terorîst bi kûrayî bombardumanê dikin û tu giringiyekê nade hasten mirovatiyê û tenê dixwazin bikujin û dagîr bikin .
Ew jî diyar kir û got: Em bi awayekî xwebexş kar dikin tenê mebesta me serkeftina Kobanê ye jib o vê jî ger pêwîst bike ewê biçin xeta pêş a şer û mil bi mile şervanan şer bikin.
Ew xwarinpêj behsa wê jî kir û got: Niha li Kobanê dîrokekî nû ya berevaniya li mirovatiyê jidayîk bûye bi awayekî ku gênc û pîr, jin û zilam û zarok berevaniyê li axa xwe dike, jib o vê jî em bi şanazî erkê dirustkirina xwarinê bo şervanên berevanên mirovatiyê amade dikin.
PUKmedia