Baba yê Vatîkan Françis di çarçoveya serdana Tirkiyayê de xwest biçe serdana penaberên Kobanê, lê berpirsên Tirkiyayê astengî ji wî re derxistin.
Rojnameya La Repullica ya li Îtalyayê tê weşandin ragihand ku Baba Françis di çarçoveya serdana Tirkiyeyê de xwest biçe serdana penaberên Kobanî lê berpirsên Tirkiyeyê astengî ji wî re derxistin.
Li gorî nûçeyê di eslê xwe de Baba nexwestibû serdana Tirkiyeyê jî bike.
Baba xwestibû serdana penaberên ji Kobanî hatîn bike lê ji aliyê dîplomatên tirk ve ew serdan hat astengkirin.
Di heman nûçeyê de hat gotin Baba ji gotinên Erdogan ên di derbarê siyaseta Sûriyê de aciz bû û herwiha hevdîtina li gel Serokê Karên Diyanetê Mehmet Gormez pêk anî jî ne bi dilê wî bû.
Îdiayên ku di nûçeyê de cih girtîn ji devê rayedarek fermî yê vatikanî hat gotin û hêj agahî nehatine derewandin.
Rûdaw