Wezîra Derve ya Emerîka ya berê Hîlarî Kîlînton daxwaz ji Hikûmeta welatê xwe kir ku hevkariya şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li Kantona Kobanê bike.
Wezîra Derve ya Emrîka ya berê Hîlarî Kîlînton duh li Zanîngeha Corc Tiwan li bajarê Waşnton`ê gotarek pêşkêş kir û got: Gelek alî di şerê li Sûriyê de ne ku Mîlîşên Hizbûla ya Libnanî jî jiber Îran`ê ve li Sûriyê şer dike.
Wezîra Derve ya Emrîka ya berê Hîlarî Kîlînton amaje bi wê yekê kir ku Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq – Şam`ê (DAIŞ`ê) mafê jinan bin pê dike û got:Jina Kurd bi awayekî sîstametîk şerê çekdarên Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq – Şam`ê (DAIŞ`ê) dike û rola wê di şerên li Kobanê de mezin e, lewra divê ku Emrîka hevkarî û piştevaniya jinên Kurd li Kobanê bike.
Hêjayî gotinê ye ku şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) şan bi şanê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) şerê DAIŞ`ê dikin ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) hêzên herî rêxistinkirî ne û di şer de şareza ne.
Xendan