Li ser vexwendina balyozê Iraqê li Romanya, orkestraya Kurdistanê konsêrteke mezin a muzîka kurdî û cîhanî li Romanyayê saz dike.
Serokê orkestraya Kurdistanê Heval Hemed ji Rûdawê re ragihand: “Biryar e di demeke pir nêzîk de orkestraya Kurdistanê serdana Romanyayê bike û çend parçeyên muzîkê û stranên kurdî û cîhanî li wir pêşkêş bike.”
Heval herwiha got: “Di vê konsêrtê de emê du stranên nû ku li ser Pêşmerge hatine gotin, li Romanya pêşkêş bikin. Lê berî em herin Romanyaybi du rojan, emê konsêrtekê li Hewlêrê jî saz bikin.”
Rûdaw