Serokê lijneya pîşesazî û wize li parlemana Kurdistanê radighîne ku hejmara girtiyên di dosya bazirganiya neftê li gel DAIŞ gihêştiye 15 kes.
Serokê lijneya pîşesazî û wize li parlemana Kurdistanê Dr. Şêrko Cewdet taybet ji Xendanê re ragihand: Hejmara ew kesên li ser dosya bazirganiya neftê li gel DAIŞ hatine girtinê gihêştiye 15 kesan û di nava wan de jî berpirsên serbazî û bazirganên sivîl jî hene.
Dr. Şêrko Cewdet got: Lijneya me li ser vê dosyeyê raporta xwe nivîsiye û temam bûye û tenê îmzeya parlemanteran maye taku bangehêşta wezîrê navxwe bikin daku kar û gavên lijneya ku hatiye pêkanîn li ser ew kesên bazirganî li gel DAIŞ kirine aşkira bike
Xendan