Kerewiz şînkayiyekî dişibê beqdenosê lê ne beqdenose, li başûrê Kurdistanê gelek tê bikaranîn, hem bi şînahî dixwin û hem jî dixin nava xwarinên din.
Sûdên Kerewizê jî evin:
1- Kerewiz, dewlemende ji vîtamîn (K) , (B6) , Potasyom , Sudyom û pêkhateyên dij oksînerê .
2- Xwarina Kerewizê mirov ji nexweşiyên penceşêrê diparêze û nahêle xaneyên şêrpenceyê geşe bibin û her weha xirukên sipî ên xwînê çalak dike.
3- Kerewiz li dijî mîkrob û bektiryaye û fêdeyekî mezin bo bedena mirov heye, ew kesên ku êşa hestiyan û romatîzim jî heye gelekî bi fêde ye.
4- Xwarina Kerewiz hemû endamên berevaniya li ba mirov bihêz dike û jehra leşê mirov jî davêje derve.
5- Ew kesên bi berdewam zû diwestin û bêtaqet dibin, xwarina Kerewizê leşê wan aram dikin û wize jî dide leşê wan.
Xendan