Li Rihayê ji ber helwestên bi guman 3 kesên biyanî hatin girtin.
Yekî alman, yekî felistînî 3 kesên biyanî yên bi rêya bejahî hatin Rihayê, li otogara bajêr ji ber helwesta wan a bi guman, ji aliyê hemwelatiyan ve polîs hatin agahdarkirin û hatin girtin.
Li gorî nûçeya DIHAyê polîsan li otogarê nasname û çenteyê wan kontrol kir û di çenteyê wan de pêçekên birîna û bandajên reş hatin dîtin.
Hat ragihandin polisan ew sê kesên ku biyanî dê li sînorê Akçakaleyê tevlî rêxistina DAIŞê bibûna, birine Şaxê Biyaniyan a Rihayê.
Li gorî agahiyan, derheqê van her sê kesan de tiştekî qanûnî nehatiye kirin û dê bên dersînorkirin.
Rûdaw