Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokaratîk (PYD) Asiya Ebidulah bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku ji ber çekdarên Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq – Şam`ê (DAIŞ`ê) di êrîşên xwe de yên li hersê aliyên Kobanê têkçûn, vê carê ji aliyê sînorê di navbera Turkiyê û Kobanê de êrîş dikin.
Ebdulah dazanîn ku Yekîneyên li Kobanê li ber xwe didin gel û sînor diparêzin û rêzê ji cîrantiya bi Turkiyê re digirin her wiha bang li gelê Turk û Hikûmeta Turkiyê kir ku li dijî çekdarên Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq – Şam`ê (DAIŞ`ê) beşdarî nava xebatên berxwedanê bibin.
Asiya Ebdulah diyar ku hêzên tundiraw yên dijmirovahiyê ku ev bêtirî 2 mehan e, bi çekên girin û tirimpêlên bombebarkirî hêrîş dikin, vîna azad a gelê Kobanê û dagirkirina bajêr armanc digirin.
Ebidulah got: YPGʹê bi alîkariya hêzên Pêşmergeyan, Burkan El-Firat û hêrîşên balefirên Koalisyona Navnetewî êrîşên çekdarên Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq – Şam`ê (DAIŞ`ê) têk birin û nerxên mirovahiyê û demokrasiya cîhanî bi ser ket.
Ebidullah got: Yekîneyên niha li herêma Kobanê li ber xwe dedin, gelê herêmê û sînorê di navbera Kobanê û Turkiyê de diparêzin,ev hêzên ku parastina Kobanê dikin rêzê ji cîrantiya bi Turkiyê re digirintêkest kir ku çarenûsa gelên herêmê Kurd, Ereb û Turk yek e û bangdigel û Hikûmeta Turkiyê kir ku li dijî çekdarên Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq – Şam`ê (DAIŞ`ê) beşdarî nava xebatên berxwedanê bibin.
Ebdullah bang li tevahî mirovahiyê û raya giştî ya cîhanê kir ku li dijî êrîşên hêzên tarî ku bi destên çeteyan tên meşandin, piştgiriya berxwedana Kobanê bikin û têket kir hêzên tarî dijminên mirovahiyê ne, belavkirin û mezinkirina wan metirsiyeke li ser tavahî cîhanê ye.
Xendan