Artêşa Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û hêzên hevpeymaniya navnetewî di 4 rojên borî de 55 êrîşên asmanî li dijî navend û çeperên DAIŞê li Iraq û Sûriyê pêkanîn.
Fermandariya Navenda Hêzên DYAyê (CENTCOM) ragihand ku Artêşa DYAyê di navbera 28ê Mijdar û 1ê Berfenbarê de li Sûriyê bi balafirên şerî 27 êrîşên asmanî li dijî çeper û çekdarên DAIŞê pêkanî.
Herwiha di heman demê de hêzên hevpeymaniya navnetewî û Artêşa DYAyê li Iraqê jî bi balafirên şerî DAIŞ 28 caran bombebaran kirin.
Di encama 17 êrîşên asmanî li Kobanî de 2 avahî, 3 tank, 3 çeper, 4 wesayît, 7 cihên taktikî yên DAIŞê hatin têkbirin û avahiyek dagirkirin jî zirar dît.
Di encama 9 êrîşên asmanî yên li Reqayê de jî cihek şerî yê elektronîk yê DAIŞê û navendek ya wan a sîstema xirakirina frekansê hatin bombebarankirin.
Herwiha di encama heman êrîşan de tankek û 14 wesîyatên rêxistina DAIŞê hatin jinavbirîn. Li Helebê jî Koma Horosan hat bombebaran kirin.
Li Iraqê di encama 13 êrîşên asamanî yên li nêzîkî Mûsilê de jî 4 yekîneyên taktîkî û 2 yekîneyên mezin, 2 çeper, 3 wesayîtên bi çek, 7 wesayît, 2 kamyon û buldozerek ya DAIŞê hatin têkbirin.
Li nêzîkî Şingalê jî 2 avahiyên di bin kontraola DAIŞê de hatin ruxandin.
Li nêzîkî Tileferê jî 5 êrîşên asmanî hatin kirin û di encama wan êrîşan de balafirên şerî 19 wesayît, 2 çeper û yekîneyek taktikî yên DAIŞê dan ber bombeyan.
Di encama 3 êrîşên li derdora Hîtê jî mekîneyek a kolandinê, cihek yê kontrolê û yekîneyek a DAIŞê ji holê hat rakirin.
Li Kerkûkê di encama êrîşek asmanî de wesayîtek û li Ramandayê jî wesayîtek û yekîneyek a DAIŞê hatin jinavbirin.
Rûdaw