Rêxistina terorsît a DAIŞ, şeva borî 30/11/2014 roja yekşemê li bajarê Musilê, 3 şêxên eşîra Cibor bi fermana kuştinê ew gulebaran kirine.
Jêderekê li navenda pizîşka dadwerî li bajarê Musilê ragihand ku fermana darvekirinê li nêzîkî avahiya parêzgeha nînewa hatiye cîbicî kirinê û ew 3 şêxên eşîreta Cibor gulebaran kirine û her wiha termê her sê şêxan radestî birêveberiya pizîşka dadwerî li bajêr kirine û bi bê sedema bidarvekirina wan bê zanînê.
Hêjayî gotinê ye ku eşîra Cibor yek ji mezintrîn eşîrên parêzgeha Nînewayê ye û hejmara wan dighêje nîv milyon kes û li parêzgeha nînewayê jî 217 gundên wan hene.
PUKmedia