Xanima pêşkêşkar a Êraqî Suhêr Qeysî ku pêştir li kanala Erebiyê kar dikir û niha çûye kanala MBC a erebî li lapera xwe a Facebookê radighîne ku, “Pêşmerge li gel artêşa Êraqê şerê DAIŞ dike lê belê bi bê mûçe ye.”
Suhêr Qeysî ku bi eslê xwe xelkê parêzgeha Diyale ye di çend rojên dawî de serdana awareyên Diyale ên li bajarê Xaneqînê hatine bi cî kirin dike û dibêje: “Ji %40 awareyên Êraqê li parêzgeha Duhokê hatine bi cî kirin.”
Aşkira jî dike ku Herêma Kurdistanê 2 milyon penaberên Êraqî li xwe girtiye û li gel 600 hezar penaberên Sûrî.
Li dawiyê jî dinivîse: Heya niha mûçeya fermanberên herêmê ji aliyê hikûmeta federal a Êraqê ve nehatiye xerc kirinê û pêşmerge bi bê mûçe mil bi milê artêşa Êraqê şerê DAIŞ dike.
Xendan