Di resepsîyonê de Serokê Giştî yê PAK’ê Mustafa Ozçelik axaftinek kir û sîyaseta dewletê ya li hember partîyên sîyasî yên Kurdî rexne kir û got: “Di 17.11.2014’an de jî me serîlêdana resmî li Wezareta Navxwe ya Tirkiyê kir. Li gorî qanûna avakirina partiyan divabû wezaretê belgeya ‘’teslîm wergirtina dokumentan’’ bida me. Wezaretê bi awayekî neqanûnî û keyfî ev belge teslîmî me nekir. Me jî derbarê Wezareta Navxwe de doz vekir. Lê ji ber me serîlêdana resmî li wezaretê kiriye, PAK partiyeke resmî ye û dê bi vî awayî xebatên xwe bimeşîne û dê dest ji mafê xwe yên qanûnî bernede.”
Ozçelik wiha axifî; ‘‘PAK , ne partiya şexsekî, çînekê, etnîsîteyekê, olekê an mezhebekê ye. PAK xwe partiya hemû pêkhateyên Kurdistanê dibîne.’‘ Ozçelik diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsa Kurd hê jî bernameyeke zelal nehatiye dîyar kirin lê PAK yan dewleteke konfederalî yan jî dewleteke serbixwe dixaze.
Ozçelik ragehand ku PAK, tecrubeya dewleta federe ya Başûrê Kurdistanê jî ji xwe re wek mînak dihesibîne û ji îro ve, ji bo pêkhatina dewleteke federe ya li ser esasê wekhevî û şirîkatiya Kurdistanê û Tirkiyê bi rê dikeve. Ozçelik di dawîya axaftina xwe de slavên xwe ji Hêzên Peşmergere jî şand û got ku PAK lehiya ku li Zaxoyê heta Kobanê herîkî partiya wan e jî.
Avesta