Li navçeya Sasonê ya parêzgeha Batmanê ya bakûrê Kurdistanê bi ser şaredariya bajêr festîvala (Gûz û Hingiv û Çîlek) hate lidarxistin.
Serokê Şaredariya Sasonê Cuma Uçar di vekirina festîvalê de axivî û got: “Demeke dirêj e mihrîcan pêk nedihat, me dîsa da destpêkirin. ji bo nasandina çîlek, gûz û hingivê navçeyê em festîvalê çêdikin.”
Cuma Uçar diyar kir ku di festîvalê de 100 curê ber wê bên nasandin û wiha dewam kir: “Demeke dirêj nedihat çêkirin û me dîsa mihrîcan li dar xist. Bi taybetî hingivê Sasonê girîng e. Ji ber vê ji bo nasandina çîlek, gûz û hingivê li herêmê em mihrîcanê çêdikin.”
PUKmedia