Li bajarê Bokanê yê Rojhilatê Kurdistanê û bajarê hunermendê navdar yê kurd Hesen Zîrek, xortekî kurd ji ber ku çûye ser gora Hesen Zîrek, hat girtin.
Ev çend roj in bi awayên cur bi cur li Rojhilatê Kurdistanê nerazîbûna li hember rapirsîna televîzyona herêmî ya bajarê Mehabadê li ser hunermendê navdarê kurd Hesen Zîrek didome.
Li bajarê Bokanê, komek çalakvanên sivîl û rewşenbîr ji bo nîşandana nerazîbûna xwe li hember rapisîna televîzyona herêmî ya Mehabadê çûn ser qora Hesen Zîrek.
Ji ber vê çalakiyê xortekî bi navê Mîlad Ebdî ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hat girtin.
Çend roj berê televîzyona Herêmî ya Mehabadê rapirsînek li ser hunermend Hesen Zîrek û du hunermendên farisî çêkiribû ku encamên rapirsînê rastî nerazîbûna tund a hunemend û rewşenbîrên kurd hatibû.
Nerazîbûna herî tund hunermendê navdarê kurd Şehram Nazirî nîşan dabû. Nazirî gotibû: “Tişta ku min dêşîne ew e ku xelkê Mehabadê tevlî vê rapirsînê bûne. Yên ku Hesen Zîrek dixin rêza du hunermendên ciwan ên farisî wê çaxê dê min bixin rêza kîjanê?”
Rûdaw