Yansûn giyayeke li çolê şîn tê, belgên wê keskin, kulîlk spî ye. Belgên wê gurover, lê wek gurçikanin. Fêkîya wê biçûkin. Rengên wan yan gewre vekirî ye yan jî qahweyî ne. Giyayek bêhneke wê ya xweser û tûj heye.
Sûdên wê:
– Bê iştahî û dilbuhurîna (dilxelîna) li hember xwarinan ji holê radike.
– Gazên me’de û rûvîyan jêdibe.
– Mîzê zêde dike.
– Vereşandin û navhinavçûyînê (virik- ishal) dibire.
– Ketina kincan ( Qulipîna bincanê – liba jinan herikîna xwînê , adetên mehê carekê jin dibînin) tekûz dike ( lê divê di demên ketina kincan û dugîyan ( hamîle – bi zaro –avis) bûnê de neyê xebitandin).
– Şîrê dayikê zêde dike.
– Hêrsbûnê dadixe.
– Westana mejî ji holê radike û xewê tîne.
– Dil bi hêz dike.
– Tevgera xwînê serrast dike.
– Daxwazên zayendî (cinsî) zêde dike.
– Gilî û gazindên ji bêhnçikandin û bronşîtê, ji holê radike.
Xendan