Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî rijd e li ser pêk anîna referandûmê û dibêje Parlamentoya Kurdistanê dê biryarê li ser vê yekê bide. Barzanî tekez dike ku, ji bo wî serxwebûna Kurdistanê girînge ne kî bibe serokê Kurdistanê.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di hevpeyvînekê de digel televîzyona France24 a Fransayê tekez kir ku, referandûm û biryar dan li ser çarenivîsê ji mafê gelê kurd e û ti pêşhat rê li wê yekê nagire.
Barzanî wiha got: “Em ji pêkanîna referandûmê venagerin. Dibe ku hinekî dereng bikeve, lê ti carî em jê venagerin û kurd dest ji mafê xwe bernadin.”
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî wiha domand: “Parlamentoya Kurdistanê kar li ser diyarkirina dema referandûmê dike.”
Derbarê Iraqê jî wiha got: “Divê ew rastî bê naskirin ku kurd û ereb 2 neteweyên serekene di nav Iraqê de û divê kurd şirîk bin di Iraqê de.”
Derbarê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û cudahiya wî ligel Serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malikî, Barzanî got: “Ez naxwazin li ser wê mijarê biaxivim.”
Derbarê pirsa. Gelo Barzanî dixwaz e ku bibe serokê kurdan, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî wiha bersiv da: “Ti carî nebûye xewna min û ne jî min pêşbînî kiriye ku ez bibin serokê hemû kurdan. Ya girîng li ba min serxwebûna Kurdistanê ye, ne kî bibe serokê wê.”
Barzanî spasiya Fransayê jî kir ku alîkariya hêzên Pêşmerge kiriye û diyar kir, lê ew alîkariyên leşkerî yên ku gihîştine destê Pêşmerge têra wê nakin ku DAIŞê pê lawaz bibe û ji nav biçe lewma çekên bihêztir lazim in.
Li ser rewşa şerê Kobanî jî Barzanî anî ziman ku şervanên kurd dest bi pêşdeçûnê kirine lê heta niha jî hevsengî li wir nehatiye guhertin çimkî hîn jî hêza DAIŞê ya êrişkirinê maye.
Rûdaw