Hesen Hişyar ( Kurd )- 1966
Meger em bê xwendevan, lew ku bûne dergevan (1)
Li me bû xewna şevan, dijmin li wan bûn mêvan (2)
Xwendin; bîr û bawer e, ne girtina diravan (3)
Kurdistan e, ne bustan, ne civata silavan
Heqgirtin e, ne xwestin, ne hêvî û bi lavan
Bi nav e xwe xwenas be, mekev av û çiravan (4)
Li ber te rê xuyaye, dibînî tu bi çavan
Çima dibê averê, dikevî bend û divan ? (5)
Bi rêzana xwe ve be, mebe segê dû şivan (6)
Bibe pêşeng û zana, dûr û dijî bednavan
Li tarîxê binêre; dibînî kurên bavan
Ew fedekarên me bûn, roj li wan çûye avan
Dive em jî li ser rê bin, bilezînin bi gavan (7)
Di roja cejna “Nûroz”, li me bigrin silavan (8)
Ji qomanan dûr keve, kesek war lê ne girtî (9)
Ger şiyarî, eve rê, cengawerî û şervan (10)
1- berî cenga cîhanê a diduyan, li tevaya Cizîra Sûrî, li dor (50) kes niştiman perwer hebûn. Xwenda nebûn ji şêx û Melan pê ve. Hevsarê bihiştê xistibûn serê wan, şerê me dikirin. Me ji hev re digot: eger xortên xwenda hebûna nikaribûn vê keysê li me bînin.
2- piştî ku bi sedan duktor, muhendis û muhamî çêbûn, dewletên welat vegirtî, li wan bûn mêvan, û gomanên me bûn xwena şevan.
3- piraniya xortên xwenda jî bi peran hatin firotin, herwekî ji bo diravan ew diblom girtibûn.
4- bi armanca doza mafê millet xwe ve bendewar û xwenas neman. Bûn bawermendên rêzan û felsefe yên biyaniyan.
5- ji riya rast xebata welat aver ê bûn, ketin bend û davên daxwazên biyanî û welatvegirtiyan.
6- li ser rêzana xwe ya niştimanperwerî neman, bûn dûmdar wek kûçikên pê şivan.
7- dive em li ser riya wanên, ku bi mal û can ji bo xweseriya welat û millet fida kirine, li wê qonaxê bilezînin.
8- da ku em bikevin cedwela mêrxasan, ji bo di roj şahiya cejna “Nûroz” de, li giyanê me silav bê girtin.
9- bi gumanên rêzanên biyaniyan, kesek ne giyaye û nagheje, qonax û warek, daxwazan.
10- herwekî di (1105)ê koçerî de, rihberê me yê bilindpaye (Ehmedê Xanî) gotiye: ” Bê deng û cidal û bê tehewir qet vî şuxlî mekin tesewir”.
Ev helbest Ji erşîfa Dilawerê Zengî diyarî jo bo rojnameya Bûyerpress û yekem car tê weşandin.