Miş’elê Osman
Perperîkên berfê
Hi dil difirin
Û diçirisin
Lê welatê min
Deşta berêz
Qefa kêtikan
Warê hemê û ken’ê
Hêsir di nav dûmanê de bi dizî dibarin
Boraz*
Degirman *
Qenê *
Di bin avê de vemirîn
Mêrxasên Xizênê *
Ji dengê qurşînê
Zarok ji sîbra darê fisteqa bêpar man
Bazirganên xwînê
Sînorê goristanan fireh dikin
Bêrîvan *
Çav mîna du penceran
Li ser baxê hêviyan vekirî ye
Di qerbalixa deşta Sirûcê de
Xwenên rûmetê birêse
Arîn* … destanek gulgulî
De bila dem hinekî raweste
Da ku şevên min şiyar nebin
Bimînin di çalek jibîrkirî de
Te ha jê heye Arîn
Girê Miştenûrê
Kenê di çavên te de hembêz kir
Û keniya
Leyla Qasim
Bêrîvan û Arîn
Hêsir ji çavên hev dizîn
Pirs şiyar dibe
Çima Qereberkelê kal *
Di gaziya me de nehat ?
Çima şengal li ber lehiya fermanan diçe?
Kurdoo de ka were
Em tozê bidin hêlekê
Û bi hev re sitiranên evînê bêjin
……………………………………………………………………………………………………………
Boraz, Degirman, Qenê, Xizênê: gundên Kurdî li Kobanê ne.
Bêrîvan Sasûn: şervaneke YPJ bû û di şerê Kobanê de bi guleya dawî di tifinga xwe de jiyana xwe bi dawî kir ji bo ku nekeve nav destê “Da’iş” de.
Arîn Mîrkan: şervaneke YPJ bû, di operasiyoneke canbêzarî de xwe li dijî çeteyên Da’işê teqand.
Qereberkelê: ziyaretek li Kobanê ye.