Umran Menteş
Kevoka ser dara
Digrî li şûn wara
Da bi te re bigrîm
Li ser dost û yara
Dûrbûnê em kuştin
Melûl reben hiştin
Dil kovan çav sist in
Li ser dost û yara
Dûrbûn bû para me
Valabû tara me
Pel weşand dara me
Li ser dost û yara
Ezman digrî baran
Xunav a ser şaxan
Bilbil dikî fîxan
Li ser dost û yara
Xemê me bûn hezar
Stêr tev man şiyar
Hiliya berfa zinar
Li ser dost û yara
Heval û hogirin
Sînor derbas kirin
Hêvî me vegerin
Şakin dost û yara
Hêvîdar im ev dem
Biçin tev kul û xem
Nemînin ew kelem
Pêşya dost û yara
Ez û kevoka xwe
Gel bira, xwişka xwe
Zuhakin hêsirên xwe
Bicivin dost û yara .