Ehmed Mustefa
Ax ev çi qêrîn e!
Çi Şewat e çi birîn e!
dil bi fîxan û nalîn e
feleka bêbext bi kîn e!
Dayika Şehîdan tu megrî
Dayê dayîka min dayîka şahîdan e
Îro li me ferman e agir û dûman e
Zarokên me şewitandin ax ev çi talan e
Sînema agir pêket wax ev çi zeman e
Dayika Şehîdan tu megrî
Zarokên me şewitandin ji kîna sala ye
Biçûk in, bêguneh in dana Xuda ye
Ey Xuda tev perî ne ma ev çi ferman e
Li ser Amûdê di 60î de qêrîn û halan e
Dayika Şehîdan tu megrî
Sed aferîn ey dayika Ferîda
Bi şanazî tu dayika şehîda
ji agirê sînemê te zarok pir riha kir
dilê gelek zarokan bi jînê te şa kir
Dayika şehîdan tu megrî
Hawar e hey hawar e
Tu ji bîr naçî tucar e
Hawar e hey hawar e
kurd birîndar in dil bê derman e
Dayika şehîdan tu megrî
13.04.2013