Salar Mela
Destê ku êşek negirtibe, kêr e.
Gul di vî xanî de, hilnayên. Gul tenê dibin muzîk.
Çawa ez ê ji bîr bikim, ku navê min li pişt wê darê hatiye nivîsandin.
Ji darê bi wir de, şevek heye.
Helbet navê ku hatibe nivîsandin wê navê min be.
Çawa navê yekî tê nivîsandin, bê ku bizanibe!
Niha kî be, dikare bê û ji min re bibêje: Were va meytê te!
Li wê dûrê hesin hûr dibin wek çavan.
Pira ku di bin wê de, termên 3ê cengan hatine veşartin, xwe di ser re davêjim.
Belkî hilma wan hîn sax be!
Çiya gava ku serxweş dikevin, di xew re diçin. Dengê evîneke dûr jî, eynî wisa ye.
Ax! Ey hêdîbûna havîneke ku dêşin leşkerên wê, nêzîkî wê bikevin xêzên zaroktiyê û bibin av.
Ew hiriya ku pişta nêrîna min dixwirîne, divê bişewite.
Gava ku tiştek li min tune be, ez ê laşê ewrekî li xwe bikim.
Wek şikeftên tu destê xwe didî wan, dibin bêrîkên baranê.
Wek gêrgêrîkeke paşla wê tije dengê lingên mirovan, biweşe tîfilî dawî ji dudilîbûnê.
Hêlîna ku ji qirşikan hatiye çê kirin, du çav tê de ne; Çavek ji bo vê dinê, çavek ji bo wê dinê.
Kesek neaxive, her yek gotina xwe bi qaşilê gotineke mirî bipêçe.
Ji wê newalê, dengê pelixandina “du deqeyan” tê. Du deqeyên ewil ji her tiştî
Bê simbil be, ey fîstanê daristaneke beradayî.
Ji erdê bilindtir, ji tirsê nizimtir, kêsteka xwe ya tenê danî.
Jihevdû derdikevin, dîwarê kevin û gewdê xatirxwestinê.
Ji bedewbûnê, şewqet tê.
Ji kezeba dayika şehîdan, welatek tê.
Li ber min dikuxe valahiyek.
Ez destê xwe didimê, ez destê xwe didim nuqteya dawîn a jînê.
Ez destê xwe nadimê, min dihêle û dimeşe.
Ez, ê ku herî zêde pêwîstiya wî bi valahiyê heye, were ey valahiya ku diçe!
Li vê dinê kesekî ji min bêtir, mêjiyê xwe nekola ye. Kesekî ji bêhna ku di nava du evîndaran re, çûye û hatiye, laşek çê nekiriye!
Li ser bênderê xwe diqurnisînim.
Her ez gavekê dimeşim, sipî dibe şûna lingên min. Ez disekinim, reş dibe.
Wek ez bibêjim; Dar, berf û kewa di nav darê û berfê de.
Qels bibe, ey çavê ku têr nerîn nabe!
Pisîkên ku duh kesekî av neda wan, îro wek gurên mirî, xuya dikin.
Dûmana ku ji devê deryayê derdikeve, li dû cama qeremûşkirî, wek kenekî ku ken jê çûye, xuya dike.
Salar Mela
5/11/2014 – Beyrût.