Hadî Behlewî (Nûhat)
Silav bo te (hevalo) berxwedan e Li hawir te şer û ar û dûman e
Li nava Yekneyên Parastina Gel We rê girtin li pêşiya dijminane
Li gel te Yekneyên Parastina Jin Dixwin sûndê bi xwîna pakrewane
Biparêzin bi hev re xakî Kurdan Bi azadiyê re danîn yek civan e
We pêlanê çete reşkîn û alreş Beravêtî kirin xist bin piyan e
Dixwazin desthilatan Kurd birûxin Li Başûr û li Rojava ewana
Wekî reşkê şevê hawîr bela bûn Bi top û tang û hêz û ceblexane
Êrîş dabûn sînorê Kurd sera ser Ji Şengalê heta şarê Koban e
Bi hezara zêç û zaro, qîz, kalmêr Penaber bûn ji van karên hovane
Li Kobanê me aştî tê gurandin Bi destê hêzê tarî tundrewan e
Mebesta wa ku Kurda der bi derxin Bi hesta wa ku ev tişkî hesan e
Nizanî bûn wê rastî YPG’ê bên Xwe ragêrin lehengin canfîdane
Bi hêza YPJ’ê û koma xwepexşan Dikin ber gêriyê dij van çeta ne
Li enyê şer didin bersiv bi tundî Bi sînga rût li rûber hawinane
Bi Pêşmergên li Başûr mil bi mil re Berîvanyê dikin xûş û biran e
Wekî şêr û pilinga têne ba hev Dibên Hewlêr û Koban Kurdistan e
Cîhan tev de bi rêzdarî dinêrî Li şervanan ji wan matmayî mane
Heyamek çû li ser Kobanê cenge Şerê Tîror dikî şûna cîhan e
Bi navê kelha asê hate nasîn Li anîka hetawê xal û şan e
Ji Qamişlo ji bajarê evînê Silavên min bighînin qehremana
Bi taybet jî, ji Kobanê re bêjin Ji Kurda re tu bû man û neman e
Tu serberzî tu simbola xwe girtî Te efsanek xwedî nerxek giran e
Wê destana te dîrok xweş binasî Bi tîpên zêr li ser sînga zeman e
Gelê Kurdî ji bo te piştegêr in Siloganek li ser lêv û ziman e
Bi yekrêzî bi yekdengî diba kin Jiyana Kurd eve, ev berxwedan e