Parlamentoya Rûsyayê ragihand, rêxistina terorîstî ya DAIŞê bi awayekê pir hovane êrişî kurdan dike û petrolê difroşe Tirkiyeyê.
Parlamentoya Rûsyayê îro bi piraniya dengan danezanek li ser êrişên DAIŞê li ser Kurdistan, Iraq û Sûriyê pesend kir.
Peyamnêrê Rûdawê li Moskoyê Xalid Husên ragihand, di civîna parlamentoyê de danezana ku ji aliyê Fraksyona Dadperweriyê ve hatibû pêşkêşkirin, bi piraniya dengan hat pesendkirin.
Xalid Husên anî ziman ku Serokê Fraksyona Dadperweriyê ya Parlamentoya Rûsyayê Sêrgêy Mîrnov di civîna parlamentoyê de li ser danezanê gotiye, çekdarên DAIŞê li wan deverên ku dagîr dikin, jenosîd û komkujiyê dikin û wiha peyiviye:
“DAIŞ ferqê naxe navbera ti netew, ol û ayînekê û komkujiyê dike. DAIŞ bi awayekî hovane êrişî kurdan dike.”
Li gorî agahiyên Peyamnêrê Rûdawê, Seroka Lêjneya Karûbarên Derve ya Parlamentoya Rûsyayê Alêksa Poşkova jî di wê civînê de gotiye, DAIŞ bi awayekê eşkere petrolê difroşe Tirkiyeyê û ew jî difroşin Ordinê.
Rûdaw