Emrîka û Turkiye li ser rahênana Artêşa Azad li nav axa Turkiye rêkeftin lê Turkiye razî nebûye ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) beşdarî rahênana serbazî ya li ser axa Turkiye bibe.
Rojnameya Huriyet ya Turkî li ser zarê berpirsekî pile bilind yê Turkiye aşkere kir ku, Emrîka û Turkiye li se rahênana serbazî ya 2 hezar çekdarên opozisyona nerm yê Sûriyê bi mebesta tekoşîna li dijî çekdarên Dewleta Îslamî ya Îraq – Şam`ê (DAIŞ`ê) li nav axa Turkiye rêkeftine.
Rojnameya Hurryet ya Turkî aşkere kiriye ku, tevaya çekdarên ku biryare bêne perwerdekirin endamên Artêşa Azad ya Sûriyê ne ku li binkeyeke serbazî ya bi qasî 150 Kîlometran dûrî bajarê Enqere dê bêne perwerdekirin.
Rojnameya Huriyet ya Turkî jiber dijayetîkirina Turkiye li ser rahênana şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) rênekeftine û biryare Emrîka li nav axa Herêma Kurdistan û Îraq`ê erkê rahênana şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bigre stûyê xe.
Xendan