Filma kurt a bi navê (Mal û Kilît) ji derhênana sînemakarê Kurd “Şiwan Etuf” xelata taybet a lijneya dadwerî ya festival navdewletî “Faytî Kortrî” li welatê Îtalyayê bi dest xist.
Key & Home “Mal û kilît” filma kurte ji nivîsîn û derhênana sînemakarê Kurd Şiwan Etuf ş berhema birêveberiya hunerî ya sînemaya Silêmanî di nûtirîn beşdariya xwe a navdewletî li beşa pêşbirka festival navdewletî a film (Fiati Corti) li bajarê Venîs li welatê Îtalya hate nimayîş kirinê û ji aliyê bîneran ve pêşwaziyekî germ lê hate kirin û 2 xulekan bi çepikan hate baran kirin.
Bi amadebûna parêzgarê Venîsya roja 7/11/2014 xelatên festivala navdewletîya (Fiati Corti) hatin belav kirin û têde filma Kurdî “Mal û kilît” ji derhênana sînemakarê Kurd Şiwan Etuf xelata taybet a lijneya dadwerî wergirt.
Şiwan Etuf, piştî wergirtina xelatê li ser sehnê sekinî û ew wêneyê li ser singe xwe nîşanî amadevanan da û got: Eve yek ji gerîla û pêşmergeyên mêrxas ên Kobanê ye ku niha jib o azadiya hemû cîhanê şer dikin û daxwaza çepikekê bo pêşmerge û gerîla kir û amadevnan jî bi germî pêşwazî kirin û çepikek germ lêdan.
Etuf got: Rojek dê were ku ev mala Kurd a bê kilît dê serbixwe bibe û hûnê bi ala serxwebûnê ya Kurdistanê werin navê.
Her weha di dirêjahiya axaftina xwe de jî Etuf spasiya gel û hikûmeta Îtalyayê kir ku hevkariya Kurd dikin.
PUKmedia