Seyîd Riza û hevalên wî ku di serhildana Dêrsimê de hatibûn darvekirin, li Elezîzê hatin bibîranîn.
Seyîd Riza û 6 hevalên wî ku di 15’ê Sermaweza 1937’an de li Meydana Bugday hatin darvekrin, di 77’emîn salvegera darvekirina wan de bi bernameyekê hatin bibîranîn. Koma ku li ber geraca Hozatê civiya heta Meydana Bugday meşiya. Komê gul danîn meydanê û mûm pêxistin.
Neviyê Seyîd Riza, Rustem Polat li vir axivî û got ku di sala 1937’an de Seyîd Riza û hevalên xwe bi awayekî rast û dadperwer nehatin darizandin û bi lezûbez hatin darvekirin.
Polat got: ’Daxwaza me ew e ku em hestiyên miriyên xwe yên bê kefen bibin û li axa pîroz a Dêrsimê veşêrin û her sal herin ser gorên wan. Ev mafê me ye. Hêrs û kîna min tune. Wekî min rik û hêrsa gelê Dêrsimê jî tune ye. Tenê em ciyê gorên şehîdên xwe dixwazin. Heta niha ciyê goran nehatiye eşkerekirin.’
BasNews