Hevserokê HDP`ê Selahedîn Demirtaş radighîne ku Ocalan nexşerêya xwe a jibo pêvajoyê ji heyeta dewleta Tirk re aşkira kiriye û diyar kiriye ku ewê heya meha adarê yan nîsanê banga çekdanînê ji aliyê PKK ve bike.
Di hevdîtinekê li gel kanala Med nûçe, Demirtaş bal kişand ser naveroka hevdîtina serokê PKK Abdulah Ocalan a dawî û got: Birêz Ocalan di hevdîtina dawî de bi zelalî eve got, “eger muzakere destpê bike ez nahêlim bi mehan û salan ev kar dirêj bike. Min ev pêşniyar ji dewletê re kiriye hûn bi pêşniyarên xwe ve werin û em li ser maseyê rûnin hûn nexşerêya xwe û ez jî nexşerêya xwe deynim ser mêzê û bila çavdêr jî nîqaşên me bişopînin.”
Demirtaş da zanîn ku Ocalan ev tişt ji şanda dewletê re gotiye: Emê rojek du roj xal bi xal babet babet nîqaş bikin. Sê roj, 5 roj heftiyek yan deh roj çend roj bin heya ku nîqaş bi dawî bibin. Piştî wê dema me lihev kir herî dereng ezê meha adar, Nîsanê kombûna kongireyekê ji PKK bixwazim û ezê banga bêçekbûnê bikim.
Li gor daxuyaniya Selahedîn Demirtaş, Abdulah ocalan li benda bersiva dewletê ye û dema ew bêjin em amadene, Ocalan jibo muzakerê amade ye. Ocalan gotiye ku bila Qendîl jî vê yekê bizane.
Li gor Demirtaş, Qendîlê û berpirsên KCK destek dane vê yekê û bersiv dane ku, ew ji bo vê formulê û meşandina muzakereyeke bi vî awayî amadene. KCK diyar kiriye ku encam çi dibin bila bibin ew li pişta rêberê xwe ne.
Demirtaş got: Dema şanda HDP biçe Îmraliyê dê li cihê ku hevdîtin sekinîne destpê bikin û helwesta Hikûmetê û Ocalan jî dê diyar bibe.
Xendan