Serokerkanê Artêşa Amerîkayê Ceneral Martin Dêmpsî piştî serdana xwe ya bo İraq û Herêma Kurdistanê, ragehand ku Amerîkayê alîkarî da İraqê û nehişt bikeve.
Ceneral Dêmpsî di çarçoveya serdana xwe de ji rayedarên İraqê re got: ‘’Guhertin bi ser şerê dijî çekdarên DAİŞ’ê de hatiye û hindik maye ev şer bigihe armanca xwe. Niha çekdarên DAİŞ’ê lawaz û bêhêz bûne, lê tê pêşbînî kirin ku ev şer çend salan dirêj bibe.’‘
Dempsî wiha axifî: ‘’Çekdarên DAİŞ’ê ne wiha ne wek tê behskirin, lê lawaz û bêhêz in, di rastî de jî îdeolojiyeke wan a radîkal heye. Herwiha çekdarên DAİŞ’ê tenê bi hewldanên Amerîkayê ji nav naçin û pêdiviya vî şerî jî bi çend salan heye heta bi tevahî tirsa terorê li navçeyê were jinavbirin.’‘
Hêjayê gotinê ye Serokerkanê Artêşa Amerîkayê Ceneral Martin Dempsî doh serdana İraqê kir û piştre derbasî Hewlêrê bû û ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û rayedarên Wezareta Pêşmerge û Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê civiya.
Di civînê de Ceneral Dempsî got: ‘’Dê Hêzên Hevpeyman li ser piştgirîkirina Hêzên Pêşmerge berdewam bin êdî çi di warê perwerdeyê de be yan warên din. Herwiha dê êrîşên esmanî jî bo ser pêgeh û binkeyên DAİŞ’ê berdewam bin.’‘ Dempsî, pêşketina vê dawiyê ya Hêzên Pêşmerge bilind nirxan û got ku rolekî girîng ê Pêşmergeyan di şerê dijî terorê hebû û herwiha sersaxî jî li malbatên wan Pêşmergeyan kir ku di şerê dijî terorê de şehîd bûne.
BasNews