Sînorê di navbera Kobanê û Bakurê Kurdistanê de bûye cihê pez û berxên xelkê Kobanê yên ku mal û milkên xwe li wir hiştin û berê xwe dan Bakurê Kurdistanê.
Pişî êrişên DAIŞê li ser bajarê Kobanê, ku bû sedem xelkê wî bajêrî her tiştî li şûna xwe bihêlin û birevin.
Xelkê Kobanê hejmareke mezin ji pez, berx û dewarên xwe li nava bajêr hiştin û reviyan, lê niha wana jî berê xwe dane ser sînorê Bakurê Kurdistanê û li ser sînor kombûne.
Rayedarên pilebilind ên çandiniyê li Tirkiye xwarin û av ji wan pez û dewara re anîne da ku ji birçîna nemirin.
Wezîrê Çandiniyê yê Tirkiyeyê Mehdî Eker ragihand ku, niha derdora 2 hezar pez û dewar ji topbaran û êrişên DAIŞê reviyane û bi bê xwedî û bi xwe berê xwe dane ser sînorê Bakurê Kurdistanê.
Rûdaw