Sê hunermendên navdar ên Kurd sirûdekê li ser Şengalê tomar dikin û mûzîkvanê cîhanî Dilşad Seîd jî awaza wê daniye.
Sirûda Şengalê ji aliyê hunermend Şehrîbana Kurdî, Diyar Dêrsimî û Eyûb Elî tê gotin û sirûd ji aliyê helbestvanê navdar Edîb Çelkî ve hatiye nivîsîn.
Helbestvan Edîb Çelkî li ser Facebookê belavkiriye ku, niha sirûda Şengalê li studyoyekê li bajarê Despurgê yê Almaya, ji aliyê Maestroyê cîhanî Dilşad Seîd ve bi şêweyekî orkestra kar li ser dike
Helbestvan Edîb Çelkî wiha dibêje: ‘‘Sirûda Şengalê behsa bobelat û trajediyên ku bi serê xelkê Şinglê hatine dike, ji xeynî wê jî behsa berxwedana Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê dike ku, çawa karîbûn di şerê dijî dijminan de serkeftî bin.’‘
BasNews