Dosta bi navûdeng ya (Bil Kilinton), serokê berê yê Emerîka “Monîka Liwînskî”, ragihand ku wê jî navê otombêla xwe a taybet kiriye Kurdistan.
Rojnameya (Wall Street Juornal) a Emerîkî di raporteke dirêj de behsa otombêlan li başûrê Kurdistanê dike.
Her wiha rojname lizarê yek ji firoşyarên otombêlan dinivîsîne ku li Kurdistanê eger navê Monîka Liwînskî neyê gotin kes nizane otombêla (Toyota Landkruser) çiye.
Peyamnêrê rojnameyê jî nameyekê ji Monîka Liwînskî re bo wergirtina nêrîna wê li ser navlêkirina otombêla cura Toyota Landkruser bi navê wê dişîne. Monîka jî bersiva nameya wî dide û dinivîsîne ku ew gelekî dilxweşe bi wê yekê.
Monîka dibêje ew jî ji niha û pêve navê otombêla xwe ya Pîrose dike” Kurdistan”.
Xendan