Amûdê ـ taybet bi “Bûyer press”
Bi boneya 54 sal li ser vegera şewata sînema Amûdê şaxê Amûdê yê girêdayî “YNK-S” yekemîn çalakiya xwe li navenda “Kemal Derwîş” ya çand û hunerê li darxist, di rêya şevbuhêrkek helbestî de.
Şevbuhêrkê destpêkir bi pêşwazî kirina keseên amade ji hêla helbestvan Zagros Osman enadmaê desteya rêveber ê /YNK-S/ şaxê Amûdê, û dûv re kêlîkeke bê deng li ser canê pakrewanên Kurdistan û sînema Amûdê rawestiyan.
Her wiha gotina şaxê Amûdê hate xwendin ji hêla serokê şax ve “Merwan Şêxê” ku tê de pêşwaziya amadeyan kir, û li ser boneyê û çalakiyê ya ku wê sê rojan berdewam bike axivî, wî jî helbestek derbarî vê boneyê xwend, her wiha helbestvanan helbestên xwe xwendin.
Helbestvanên beşdarî vê çalakiyê bûbûn ev in:
Pêşeroj Cewherî, Xunav Kano, Ciwan Nebî, Beşîr Mele, Hekîm Ehmed, Ismaîl Kûsa, Ehmed bavê Alan, Xalid Umer.
Û di dawiyê de helbestvan “Zagros Osman” sipasiya helbestvanan û kesên amade kir.