Piştî derbasbûna zêdetir li du meh li ser êrîşên çekdarên DAIŞ, operasyonên paqijkirina Kobanê ji aliyê Yekîneyên Parastina Gel ve hatiye destpê kirin û 33 termên çekdarên DAIŞ ketine destê şervanên YPG û YPJ`ê.
çalakvanê siyasî Arî Herkî ragihand:” Îro danê piştînîvro li gundê Helincê, şervanên YPG 2 otombêlên bombekirî û matorsiklêteke bombekirî ya çekdarên DAIŞ`ê teqandin û di encamê de ziyanekî mezin yên canî gîhandine wan”.
Arî Herkî got: Her îro li bereya başûrê Kobanê di encama êrîşeke YPG de 7 çekdarên DAIŞ`ê ku yek ji wan Emîr bû hate kuştin û li rojhilatê Kobanê jî şervanên YPG 5 çekdarên DAIŞ hatine kuştin.
Got jî: Li Rojavayê Kobanê di encama şerekî dijwar de ku heya niha berdewame 11 çekdarên DAIŞ ji aliyê YPG ve hatine kuştin.
Arî Herkî amaje bi wê yekê jî kir ku operasyonên paqijkirina Kobanê ji çekdarên DAIŞ`ê ji her sê qolan ve berdewame û çekdarên DAIŞ direvin û hejmara kuştiyên wan ji wê zêdetire û ew amarên ku hatine dayîn tenê li gor ew termên ku ketine destê YPG de ne.
Xendan