Xelkên Elmanî ragehandin ku, destnvîseke Qur’anê dîtine û guman dikin ku ew destnivîs vedigere 20-40 salî piştî mirina pêxemberê Îslamê Hz. Mihemed.
Di vê derbarê de zanîngeha Topengena Almanya aşkere kir ku ew destnivîs di sala 1864`an de gihaştiye pitûkxaneya zanîngehê, û ji pêşbîniya zanayan bi gelekî kevintir derket, ji ber di destpêkê de zana di wê baweriyê debûn ku, Qur’an di sedsala heştem an nehem a zayînê de hatiye nivîsandin, lê piştî lêkolînekê derket ku, dîroka wê vedigere serdema destpêka Îslamê.
Li gorî gotina zanayên wê zanîngehê, di sala 632 an de pz, piştî 20-40 sal piştî mirina pêxemberê Îslamê, ew destnivîsa Qur’anê hatiye nivîsandin. Berdevkê zanîngehê jî wiha dibêje: ‘‘Ew Qur’an bi xeta Kofî hatiye nivîsandin ku, cora herî kevin a xeta Erebî ye, lewra dikarin bi rêya lêkolînan li taybetmendiyên wê destnivîsê, temenê wê yê durust destnîşan bikin û bo vê pirsê jî, pişt bi rêyên lêkolînên fîzîkî girê didin, daku ligel encamên li cem me ber hev bikin. Lê em di wê baweriyê de ne ku destnivîsa herî kevin a Qur’anê li cem me ye.’‘
Zanîngeha Topengena aşkere jî kir ku, piştî ku zanîngehê di sala 1864`an de beşek ji pirtûkxaneya Konsolê Giştî yê Birûsya Johan Kotafrd Fitz kirî, ew destnivîsa Qur’anê, di nav wan pitûkan de hatiye dîtin.
BasNews