Alîkarê wezîrê pêşmergeyên Kurdistanê Enwer Hacî Osman ragehand ku hêzên pêşmerge êrîşên çekdarên DAIŞ`ê li hemû eniyên nêzîkî bajarê Hewîce yê ser bi Kerkûkê ve lawaz kirine.
Vê sibê çekdarên DAIŞ`ê êrîşî navçeyên başûrê rojavayê qezaya Hewîce kirine û heta niha, ji 7 aliyan ve êrîş berdewamin û hêzên pêşmerge yên Kurdistanê jî bi dijwarî bersiva çekdaran didin û derbeyin dijwar li wan didin.
Di vê derbarê de, alîkarê wezîrê pêşmergan Enwer Hacî Osman got: ‘‘Li hemû eniyên şer ên sînorê qezaya Hewîce ji 7 aliyan ve çekdarên DAIŞ`ê 7 êrîş kirin, lê li hemû eniyan ew êrîş hatin pûçkirin û di wî şerî de otomobîleke corê Hummer û 6-7 otomobîlên leşkerî şewitîn. Niha jî 11-12 laşên çekarên DAIŞ`ê li qada şer mane û çekdar hewil didin ku werin wan laşan bibin, lê ji ber şer nikarin bibin.’‘
Enwer Hacî Osman wiha axifî: Me zerareke mezin gihand çekdarên DAIŞ`ê û hejmarek otomobîl, Hummerek û dozerek jî şewitîn. Armanca wan ew e ku wan navçeyên ku berî demekê hêzên pêşmerge kontrol kirine dîsa bistînin. Her wiha niha hêzên pêşmerge 27 kîlometran dûrî Hewîce û girê Gebîba yê li rojhilatê Kerkûkê ne.
BasNews