Şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi piştgiriya hêzên pêşmerge ser başûrê rojhilatê Kobanê êrîş kirin û rêya sereke ya gihaştina alîkariyan li ser çekdarên DAIŞê qut kirin..
Ji çavkaniyên nava Kobanê, şervanên YPGê bi piştgiriya hêzên pêşmerge karîbûn rêya sereke li taxa Kaniya Kurdan a bajarê Kobanê bixin destê xwe, ku di wê riyê re alîkarî û piştevanî ji çekdarên DAIŞê re dihatin nava Kobanê.
Di wê operasyona ku şervanên YPGê pêkanîne û Hêzên Pêşmerge bi lêdana topan piştevaniya wan kirine, hejmareke otomobîlên DAIŞê hatine têk birin û 16 çekdarên wan hatine kuştin û piştre destê xwe danîne ser rêya sereke ya gihaştina alîkariyan bo DAIŞê.
Çekdarên DAIŞê berê bi rêya parêzgeha Reqayê çek û alîkarî û piştevanî ji çekdarên xweyî li Kobanê re dişandin.
Rûdaw