Hat îdia kirin ku Serokê Yekîtiya Federasyona Futbolê ya Navneteweyî (FIFA) Sepp Blater gotiyê, Kupa Cîhanê ya 2022an li Qetarê çênabe.
Kovara Der Spiegel ya li Almanyayê weşanê dike ragihand ku li Norweçê ji beriya mehekê Sepp Blatter aniye ziman ku ereb pozbilindin û gotiye, “Ereb bawer dikin ku ew dikarin bi pereyan hemû tiştan pêk bînin.”
Der Spiegel herwiha diyar kir Sepp Blatter li ser pirsekê jî wiha got, “Ji ber ku Qetar piştevaniya aboriya DAIŞê dike Kupa Cîhanê ya 2022an li Qetarê çênabe.”
Di kovara Der Spiegel de hat eşkere kirin ku wan ew îdia bi pirsên nivîskî ji FIFAyê pirsîne û wan jî wiha bersiv daye, “Ew îdia şaş in û ne pêwîst e ew nûçe bê wêşandin.”
Herwiha ew îdia ji kesên payebilindên futbolê yên Norweçê jî hatine pirsin lê wan îdia ne derewandine û ne jî şîrove kirine.
Rûdaw