Berxwedana şervanên jin li Kobanê û her weha ew fişarên ji aliyê terorîstan û hikûmeta Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê bi awayekî bandore xwe li ser netew û olên din li Kurdistana Rojava hebûye ku ji tevahiya netewan jin berê xwe didin nava rêzên şervanên Kurd û di wê çarçoveyê de jî Hêlda ya temen 19 salî yek ji ew keçên ku pêwendî bi hêzên asayîşa li navçeya Til Temir ya ser bi hesekê ye.
Hêlda Sîmon , ku bi eslê xwe ji netewa ermen e temenê xwe 19 saliye û jidayîkbûya bajarê Hesekê ye û niha li gel malbata xwe li navçeya Til Temirê dijî dema xwendina amadeyî dixwend pêwendî bi rêzên asayîşa Til Temir a ser bi Hesekê dike û eve meheke bo parastina welat çek hilgirtiye.
Hêlda ji PUKmedia`yê re diaxive û dibêje: Hemû rojek guhê min li behs û çavên min li dîtina jinên Kurd ên qehreman yê bajarê min bûye dema min jin bi ew cil û bergan didît dilxweş dibûm li hemberî mezinbûn û îradeya wan şervan û asayîşên keç û jin wijdanê min dihejiya û min hest bi lawaziyê dikir.
Hêlda got. Ji ber vê roj bi roj ew tişt weku bandor li ser min dikir û bi berdewamî ez aşiqê dîtina wan bûm lê belê şer û berxwedana Kobanê hemû tiştên min bûn bi rastî pêwîstî bi cudabûna niştiman û ax û netewê nake. Kurd gelekî birêzin û rêz li îradeya hemû netew û olekî digrin.
Keça bi eslê xwe Ermenî Hêlda, ew yek jî da zanîn û got: Ji ber vê jî min biryar da ez rabim û navê xwe li asayîşa giştî ya Hesekê tomar bikin . dema min cilê xwe liber kirin dilê min xweş bû bi awayekî min hest bi mirovekî xwedî îrade û rasteqîne kir, wateya xweşewîstî bo axa xwe fêrbûm.
Hêlda amaje bi wê yekê jî dike ku endamên malbata wê nebûn asteng li pêşiya wê belku bi berovajî piştevaniya wê kirin û şanazî bi ew erka pîroz a ku wê daye ser mile xwe dikirin.
Her weha cext li wê jî kir, Hêlda got. Ez erkê xwe bi dilsozî cî bi cî dikim û li kuderê dibe bila bibe pêwîstiya welat bi min hebe ez amade me li wê derê erkê xwe bikim û şehîdbûna min mezintirîn şanaziye bo min.
Li bare şervanên bajarê Kobanê jî Hêlda dibêje: Ewê ku şervanên jin û keç li wî bajarî dikin nimûneyekî dine ye li cîhanê hîna nebûye lê belê hemû jinên Rojava li her kêlîk û wext de pêwîste bi wî awayî rûbirûyê terorîstan û dijiminan bibin. Ew dijminê ku çavê wan li şeref û namûs û niştimanê miletekî azadîxwaze.
PUKmedia