Dadgeheke Komara Îslamî ya Îranê bi tohmeta muharib (dijiminê xwedê) 23 sal ceza li ciwanekî Kurd ê ji bajarê Kerkûkê birî.
Merîwan Ebdul Kerîm ku wek Merîwan Kerkûkî tê naskirin, ji bajarê Kerkûkê ye û di sala 1988`an li bajarê Kerkûkê ji dayîk bûye û di sala 2012`an de ji aliyê navendên ewlekarî yên Komara Îslamî ya Îranê ve li bajarê Tehranê hatiye girtin.
Ew ciwanê Kurd ji aliyên hêzên ser bi Îdareya Agahiyê ve hatiye girtin û radestî Itilaata tehranê kirine û li gor medya Îranê û çalakvanên Mafên Mirovan li Îranê, Merîwan Kerkûkî di zîndana Îdareya Itilaat de heyama 9 mehan girtî bû û hatiye îşkencekirin.
Merîwan Kerkûkî li Liqa 28`ê ya Dadgeha Şoreşa Îslamî ya Îranê li Tehranê, ji aliyê Dadwer Mihemed Muqeyesî ve bi tohmeta muharib (dijminê xwedê) bi 23 sal zîndankirin hat cezakirin.
Merîwan Kerkûkî niha di zîndana Recaî ya bajarê Kerec de ye û bavê Merîwan di Enfalên Kurdistanê de şehîd bûye û malabata wî gotiye ku, kurê wan bo karkirinê çûye Îranê û ji vî hikmî nerazîne û dibêjin dadgehê bi çi mafî ew ceza li kurê wan biriye.
BasNews