Li gor pisporan tehdîda DAİŞ’ê li ser zeviyên enerjiyê yên li Iraq û Sûriyê berdewam e, lê ji ber ku hêza wê kêm bûye, ne wek berê çalak e.
Dubendiya li ser petrol û gaza xwezayî ya li Iraq û Sûriyê zêde dibe. Pispor dibêjin ku tehdîda DAİŞ’ê li ser qadên enerjiyê yên li Iraq û Sûriyê didome, lê ji ber ku hêza rêxistinê kêm bûye, rêxistin wek berê ne çalak e.
DAİŞ’ê heftêya borî zeviyên gazê yên li Şaar û Cahara bajarê Hûmûsa Sûriyê bi dest xist, dawiya hefteyê jî hêzên rejima Esed daxuyandibûn ku wan seha paşve stendin. Hêzên koalîsyonê jî êrîşên esmanî dibin ser zeviyên petrol, gaza xwezayî û rafîneriyên ku di destê DAİŞ’ê de ne.
Hat ragehandin ku zeviya petrolê ya Tanakê li Dêra Zorê ku di destê DAİŞ’ê de bû, piştî êrîşên koalîsyonê ji destê DAİŞ’ê derket û ew der ji DAİŞ’ê hat paqijkirin. Tê gotin ku ji bo DAİŞ ji rafîneriya petrolê ya Bêcî jî bê derxistin, hewl tên dayîn. Wezareta Berevaniyê ya Iraqê doh ragehandibû ku rafîneriya Bêcî ji destê DAİŞ’ê hatiye derxistin. Pispor dibêjin ku tehdîda DAİŞ’ê li ser qadên enerjiyê yên li Iraq û Sûriyê didome, lê ji aliyekî ve jî hêza DAİŞ’ê kêm bûye.
Pisporê Iraqê yê Wîlson Centerê Marina Ottaway ku li Washingtonê ye, got: ‘DAİŞ dixwaze hemû zeviyên petrol û gaza xwezayî bidest bixe, ji ber ev zevî ji bo aboriyê çavkaniya wan a bingehîn e. Lêbelê çavkaniya wan a fînansmanê ne ev tenê ye, loma plana wan a çavkaniyên enerjiyê neçe serî jî ew dê şer bidomînin.’
Ottaway da zanîn ku DAİŞ ji bo petrolê heta ber sînorê Herêma Kurdistanê hat û wiha axifî: ‘Lê hera Hêzên Pêşmerge ji erdê ve û Amerîka jî ji hewayê ve lêxe, ez bawer nakim ku DAİŞ bigihe armanca xwe.’
BasNews