Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û hêzên Pêşmerge ên Kurdistanê karîn Girê Miştenûrê ya li nêzîkî Kobanê ji destê DAIŞ`ê rizgar bikin.
Yek ji endamên hêza pêşmerge ên li Kobanê Izzedîn Temo teqez kir ku niha Girê Miştenûr ji terorîstên DAIŞ hatiye rizgar kirinê û li ser lapera xwe ya Facebookê jî belav kiriye ku: Miştenûr we silav dike û şanziyê bi we dike.
Li gor daxuyaniya serokê desteya berevaniyê li kantona Kobanê Îsmet Şêx Hesen ji PUKmedia`yê re ragihand ku: Terorîstên DAIŞ`ê roja 5/10/2014 Girê Miştenûrê dagîr kirin û ji wir bajarê Kobanê bi tang û topên giran bombarduman kirin.
PUKmedia