Keçeke cihû ya ku beriya niha leşkertiya Îsraîlê kiriye, tevlî refên YPJê bûye û li Kobanî şerê DAIŞê dike.
Keçeke cihû ku navê xwe eşkere nekiriye, li Kanadayê ji dayîk bûye paşê çûye bajarê Tel Abîbê (paytexta) Îsraîlê.
Wê keçkê ku leşkertiya Îsraîl jî kiriye, bi rêya înternêtê “YPJ” nas kiriye û biryar daye tevlî refên YPGê bibe û şerê DAIŞê bike.
Wê keça cihû ji Radyo yaÎsraîlê re gotiye: “Kurd jî mîna me ji jiyanê hez dikin, gellek tiştên me dişibin hev”.
Ew keça îsraîlî ku temenê wê 31 sal e, diyar dike ku dema wê hest kir ku şervanên YPG û YPJê muhtacî ezmûnên wê yên leşkerî ne, biryar daye tevlî YPJê bibe.
Rûdaw