Keça kurd a bi navê Şîlan Roşendil, ku li Zanîngeha Nazlûyê ya bajarê Omriyê yê Rojhilatê Kurdistanê dixwend, bi awayekî tarî jiyana xwe ji dest da. Li gorî lêkolînên pijîşkî, Şîlan bi hebên siyanorê miriye.
Li gorî zanyariyên ku hatine belavkirin, roja şemiyê (8ê vê mehê) xwendekara kurd a bi navê Şîlan Roşendil ku xelkê gundê Nerzîwê yê girêdayî bajarê Şinoyê bû, li Zanîngeha Nazlûyê ya bajarê Ormiyê ji nişkave zikê wê êşiyaye û piştî 2 saetan miriye.
Çavkaniyeke nêzîkî malbata wê xwendekara kurd gotiye, Şîlanê piştî ku hest bi êşeke zêde di zik û gurçikên xwe de kiriye bi alîkariya xizmên xwe çûye nexweşxaneya Taleqanî ya Ormiyê.
Li wir pişkinînên bijîşkî li ser Şîlanê hatine kirin û derketiye ku hebên Siyanorê di nav dew de dane Şîlanê ji ber wê jî jehrî bûye û pê miriye.
Tê gotin, cenazeyê Şîlanê ku duh (10ê vê mehê) dane malbata wê, li gundê Nerzîwe hatiye definkirin.
Şîlan Roşendil xwendekara beşa zanistên siyasî li Zanîngeha Nazlûyê bû.
Hêzên ewlehiyê yên zanîngehê jî ji malbata Şîlanê re gotine ku nabe bi ti awayekî behsa vê bûyerê ji ragihandinê re bikin û ji her kesî re bêjin “keça me nexweş bû lewma mir”.
Meha Şibata îsal jî xwendekareke din a kurd bi navê Şeyda Hatemî li Zanîngeha Nazlûyê bi awayekî tarî jiyana xwe ji dest dabû.
Rûdaw