Di encama topbarana çeteyên DAIŞ’ê ya li hemberî welatiyên sivîl de li Kobanê, 5 kesan jiyana xwe ji dest da û 21 kesên din jî birîndar bûn.
Li gorî nûçeya ajansa ANHA’yê çeteyên DAIŞ`ê duh roja sêşemê 11/11/2014`an 2 caran welatiyên sivîl ên Kobanê hedef girtin. Çeteyan cara yekem li navenda herêmê û ya duyemîn jî koçberên Kobanê yên ku li herêma Til Şeîr dimînin topbaran kirin.
Çekdarên DAIŞ`ê danê nîvro topên hawanan avêtin nava Kobanê. Di encama êrîşê de 6 welatiyên sivîl ên bi navê Emîna Mihemed (35), keça wê Lîna Mustefa Berkel a 6 salî û kurê wê Mehemed (4), birayên bi navê Heyder Eto (20) û Osman Eto (25), zaroka bi navê Ezîza Kerîo ya 7 salî û zarokek ku navê wî nehat zanîn birîndar bûn.
Ji zarokên birîndar Ezîza Kerio (7) ku rewşa wê giran bû û ew birin Bakurê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da.
Piştî wê êrîşê di danê êvarê de jî terorîstên DAIŞ, koçberên Kobanê yên li herêma Til Şeîr a li rojavayê herêmê topbaran kirin û di encama vê topbaranê de jî 2 welatiyên bi navê Rêzan ê 17 salî û Mihemed Hesen ê 55 salî jiyana xwe ji dest dan û 13 welatiyên sivîl birîndar bûn.
PUKmedia