Li Almanya hejmara penaberên ku serî li mafê penaberiyê didin, gihîştiye radeya herî bilind ya 20 salên dawiyê.
Îsal li Almanya ji her 5 serlêdanan yek hatiye qebûlkirin û di 9 mehên destpêkê yên vê salê de, 25 hezar penaber hatine wergirtin ku par hejmara penaberên wergirtî 20 hezar bû.
Tê gotin ku piraniya wan penaberan ji deverên ku şer lê heye û welatên weke Sûriyê, Iraq û Efxanistanê ne.
Di 10 mehên vê salê de, 135 hezar û 634 penaber derbasî Almanya bûne, 22 hezar 446 kesên ku berê serlêdanên wan nehatibûn qebûlkirin, careke din serî li wergirtina mafê penaberiyê dane.
Tê çaverêkirin ku heta dawiya salê, hejmara penaberan li wî welatî bigihê 200 hezar kesî.
Rûdaw