Rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal, DAIŞ ji sedî “40ê” axa Sûriyê kontrol kiriye, hejmara çekdarên sûrî jî di nav çekdarên DAIŞê de “30 hezar” kes e.
Ev amara han ji aliyê Rêveberê Rewangiha Sûrî ya Mafên Mirovan, Ramî Abdulrehman ve hatiye belavkirin ku tê de amaje dike ku, niha ji sedî 40ê axa Sûriyê di bin destê çekdarên DAIŞê de ye, herwiha aşkere dike ku hejmara çekdarên rêxistina navbûrî gelekî bêhtire ji hejmara ku dezgehên istixbaratî belav dikin.
Ramî Ebdulrehamn derbarê rûbera Sûriyê ya ji aliyê DAIŞê ve hatiye dagîrkirin dibêje: “DAIŞ ji pêgehên xwe yên li Sûriyê nevekişiyaye, niha ji sedî 40ê axa Sûriyê di dest rêxistinê de ye, bi awayekî ku ji desî 95ê parzêgeha Dêrezorê, ji sedî 100ê parêzgeha Reqayê di bin kontrola rêxistinê de ye.”
“Li rojhilatê–bakurê Helebê jî, derdora parêzgeha Hims û Hemayê herwiha başûrê parzêgeha Hesekê jî din bin kontrola” DAIŞê de ye, wate bi qasî rûbera welatê Libnanên ji axa Sûriyê di bin destê çekdarên DAIŞê de ye.
Derbarê hejmara çekdarên DAIŞê de, rêveberê Rewangeha Sûrî, ku navenda wê li Londonê ye, amajr kir ku, hejmara ku ji aliyê dezgehên istixbaratan û dezgehên medyayî ve tên parvekirin li ser hejmara çekdarên DAIŞê “Nerastin, ji ber ku hejmara bi gelekî ji wiha zêdetire”. Heta niha di medyayê de hatiye belavkirin ku hejmara çekdarên rêxistina DAIŞê nêzîk 20 hezar kesin.
Li gor zanyariyên Ebdulrehman “Hejmara çekdarên rêxistinê zêdetirî 50 hezar çekdare, ev hejmar jî berovajî hejmarên ku li ser zarê dezgehên istixbaratî di medyayê de tên belavkirin.”
Navbûrî sedema nerastiya wan zanyariyên derbarê hejmara çekdarên DAIŞê de ewe ku, aliyên mixalefeta Sûriyê zanyariyên nerast li ser DAIŞê pêşkêşî aliyên navdewletî kirine û got: “Di nav çekdarên rêxistinê de, 20 hezar çekdarên biyanî hene, herwiha 30 hezar çekdarên din ên sûrî jî hene, ku bi sedemên cûda dilsoziya xwe ji rêxistinê re ragihandine.”
BasNews